Accéder au contenu principal

Caroline Fourest

Caroline Fourest derhêner, nivîskar, edîtor û senarîst e. Wê li zanîngeha Zanistên Siyasî, li ser « Pirçandî û Gerdûnîtî » mamostetî kiriye. Wê gellek caribandinên balkêş li ser rastgiriya radîkal, paşverûtî, pirçandî û gerdûnîtîyê nivîsandine ; Wekî Avêtinên Çeprast : laîsîte di îmtîhana fanatîzmên cihû, mesîhî û misilman de, Birayê Tariq : cûdatiya vegotinên Tariq Ramadan, Meyîla paşverûtî, Şaşwaziya pêşdarazan, Utopyaya Dawî : tehdîdên li ser gerdûnîtîyê, Azadên gotinê (axaftinên bi Taslima Nasreen re), Marine Le Pen bêmaske, Pesnandina kufrê (li gorî Salman Rushdie « pirtûkeke jîngirîngî ye ») û Dahîtiya laîsîteyê.
Piraniya prtûkên wê xelat standin : Xelata neteweyî ya laîsîteyê, Xelata  pirtûka siyasî, Xelata Jean Zay, Xelata Aron-Condorcet, Xelata Fetkann û Xelata Adrien Duvand ya Akademiya Zanistên menewî û siyasî. Wekî endama çend jûriyên pirtûkan, di Weqfa Anna Lindh de jî cîh girtibû (ji bo diyaloga nav çandan).
Nivîsên wê bi gellek zimanan hatin wergêrandin ; bi îngîlîzî, arabî, çînî, hirvatî, espanî, îtalyanî, japonî, kurdî, farsî, portekîzî û bi rûsî.
Ji sala 2004’an heta 2009’an bi Charlie Hebdo re xebitîbû. Wê piştgiriya meseleya karîkaturan kir û li dijî totalîtarîzma nû manîfestoya diwazdehan da dest pê kirin, ku ji aliyê Salman Rushdie û Taslima Nasreen ve hatibû îmze kirin. Di rojnameya Le Monde de jî, wê 5 salan kronîkeke bi navê « Bê veger » derdixist. Havînan bernameya « Ew cîhanê diguherin » pêşkeş dikir û heta sala 2016’an kronîkek jî bi navê « Li gorî Caroline Fourest Dinya » li ser France Culture pêşkêş dikir. Ji derveyî nivîsên wê yên di Huffington Post de, rojnameya Wall Street çend kronîkên wê weşandin. Îro êdî di Marianne de dinivîse.
Ji bo televîzyonê derhêneriya ji 20’an zêdetir dokumenteran kiriye ; wekî Parkên Aşitiyê, rêzefîlmekî li ser pêşdarazan, Defterên giliyan » û yek jî li ser « Torên radikalîzmê ».
Ji sala 2016’an ve, li ser nivîsandin û derxistina « Xwîşkên çekan » dixebite. Fîlmekî fîksiyon yê li ser komkujiya êzidiyan û li ser yekîtiyeke navneteweyî ya jinên ku tev li jinên şervan yên kurd bibin e. Ev fîlm li payîza 2019’an bi navê « Xwîşkên çekan » derkeve.
Pitch (axaftin) :
Zara, keçeke êzîdî ye, hatiye revandin û ew wekî koleya seksê firotine cîhadîstekî. Birayê wê jî di destê wan de dîl bûye û wî perwerde dikin, ji bo ku bibe zarokekî leşker. Zara bi daxwaza rizgarkirina birayê xwe, ji destê wan direve. Ew çek distîne û tev li ekîbeke navneteweyî ya jinên şervan dibe.
Eslên van jinan cûda ne û hemûyan derdekî wan yê dermankirinê heye. Ew hay dibin ku cihadîst ji mirina destê jinekê ve ditirsin. Ew hêza xwe li ser wan ferq dikin û ev xwîşkên çekan, bi hev re şerekî qehremanî li dijî fanatîzmê dimêşînin. 
Di afîşa « Xwîşkên çekan » de, fîlmê Caroline Fourest : Dilan Gwyn, Amira Casar, Camelia Jordana, Maia Sansa, Esther Garrel, Noush Skaugen, Korkmaz Arslan, Mark Ryder, Darina Al Joundi.


Commentaires