Articles

Caroline Fourest

Caroline Fourest derhêner, nivîskar, edîtor û senarîst e. Wê li zanîngeha Zanistên Siyasî, li ser « Pirçandî û Gerdûnîtî » mamostetî kiriye. Wê gellek caribandinên balkêş li ser rastgiriya radîkal, paşverûtî, pirçandî û gerdûnîtîyê nivîsandine ; Wekî Avêtinên Çeprast : laîsîte di îmtîhana fanatîzmên cihû, mesîhî û misilman de, Birayê Tariq : cûdatiya vegotinên Tariq Ramadan, Meyîla paşverûtî, Şaşwaziya pêşdarazan, Utopyaya Dawî : tehdîdên li ser gerdûnîtîyê, Azadên gotinê (axaftinên bi Taslima Nasreen re), Marine Le Pen bêmaske, Pesnandina kufrê (li gorî Salman Rushdie « pirtûkeke jîngirîngî ye ») û Dahîtiya laîsîteyê. Piraniya prtûkên wê xelat standin : Xelata neteweyî ya laîsîteyê, Xelata  pirtûka siyasî, Xelata Jean Zay, Xelata Aron-Condorcet, Xelata Fetkann û Xelata Adrien Duvand ya Akademiya Zanistên menewî û siyasî. Wekî endama çend jûriyên pirtûkan, di Weqfa Anna Lindh de jî cîh girtibû (ji bo diyaloga nav çandan). Nivîsên wê bi gellek zimanan hatin wergêrandin ; bi îngîlîz
Articles récents